Kuleba: Ukrayna, bûye xema takekesî ya Putin

Kuleba: Ukrayna, bûye xema takekesî ya Putin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba, di 59emîn Konferansa Ewlejkariyê ya Munihê de axivî û da zanîn ku Ukrayna ji bo Vladimir Putin, bûye xema takekesî.

Dmitro Kuleba, di axaftina xwe ya li 59. Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya Almanyayê de axivî û bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê.

Kuleba di axaftina xwe de diyar kir ku Ukrayna dê ji bo parastina xwe berdewam be û got,

"Heta ku Putin li ser desthilatdariyê be, dê pirsgirêkên me hebin. Ji bo niha divê em li ser têkoşîna di şer de bisekinin. Ukrayna bûye xema takekesî ya Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin.”

Dmitro Kuleba bal kişand ku heke Putin dest ji serokatiyê berde, dibe ku ev ji bo wan bibe fersend û bal kişand ser wê yekê ku li dijî Rusyayê pêwîstî bi tanq, cebilxane û firokeyên şer heye û da zanîn ku heta niha baştirîn garantiya ewlehiyê dê pere, çek û berdewamiya dorpêçên li dijî Rusyayê bin.

Kuleba li ser mijara pêşniyazkirina plana aştiyê ya Çînê şerê Rusya û Ukraynayê û tekez kir ku bêyî dîtina plana ku dê Çîn pêşkêş bike, nirxandinek bi kêrî wê nayê û got,

"Planên we çi dibe bila bibe, divê hûn li ser yekî bisekinin, her çend em hemû gelek westiyabin jî divê em di têkoşîna azadiyê de newestin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin