PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo tîmên Herêma Kurdistanê yên ku li deverên erdhejê kar dikin, peyamek araste kir. Serokwezîr diyar kir ku ev xebat, çîroka Kurdî ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, peyameke li ser vegera tîmên Herêma Kurdistanê yên ku li navçeyên erdhejê yên li Tirkiye, Bakur, Rojava û Suriyeyê kar dikirin parve kir.
Serokwezîr Barzanî, spasiya tîmên alîkariyê kir û wiha got:
“Ji bilî hewildanên lêgerîn û rizgarkirinê; hûn bûne balyozên me yên ku vîna qenc a neteweya Kurd hildigirin. Bi qasî ku ji destên me were û derfetên me hebin, em ê alîkariyê bikin. Ev, çîrokeke kurdî ye. Spas dikim û hûn bi xêr hatin malê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, duh jî di pêşwazîkirina tîmên alîkariyê de gotibû ku "Bi rastî we em serbilind û bi rûmet kirin. Ez bi hêviyên xwe yên ji dil, ji we hemûyan re dibêjim hûn bi xêr hatin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin