PeyamaKurd – Parlamenterê HDPê Ahmet Turk ji ber alîkariyên ku ji Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê hatine kirin spasiya Serok Barzanî kir.
Parlamenterê berê yê HDPê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk ku hevpeyvîneke taybet bi K24ê re kiribû ragihand, gelek başe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgayê Alîkariya Barzanî ji parêzgehên erdhejê re alîkarî şandine.
Ahmet Turk got, “Alîkariya ku di vê erdhejê de hat kirin tiştekî baş bû. Me hemûyan kêfxweş kir. Herêma Kurdistanê îro alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê tîne.”
Turk diyar kir, hêviya wan a piştgiriyeke siyasî ye û daxwaza raya giştî jî di vî warî de ye û wiha got: “Ez careke din dixwazim bibêjim em spasiya Serok Barzanî dikin ji bo alîkariya wî. Ev alîkarî hem ji bo Bakurê Kurdistanê hem jî ji bo gelê Tirkiyê gelek bi nirx bûn.”
Ahmet Turk herwiha diyar kir, wan daxwaza diyaloga navbera Kurdan û parastina mafên hev kirine.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgayê Alîkariya Barzanî di nava 24 saetên piştî erdhejê de yekem alîkariyan gihandine navçeyên erdhejê. Herwiha ji rojên ewil ve ji aliyê Dezgeha Alîkariya Barzanî ve bênavber alîkarî ji herêmên Efrîn û Cindirêsê yên Rojava re tên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin