PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 27ê Îlonê pêşwazî li Balyozê nû yê Awistirya li Iraqê Axel Wech kir. Di hevdîtinê de, ji bilî nirxandina rewşa siyasî û aramiya Iraqê, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dîrokî û berfirehkirina hevkariyên aborî û geştyarî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Nemsayê de hat kirin.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de nirxandin derbarê rewşa siyasî, dawîn pêşhatên herêmê, bidawîbûna erkê Hevpeymanan li Iraqê û astengiyên li pêşberî aramiya Iraqê hat kirin.
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hewldanên Serokwezîrê Iraqê tekez kir da ku pirsgirêk bên derbaskirin û çareserkirin û aramî li Iraqê bê dabînkirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî tevî balkişandina ser têkiliyên dîrokî yên navbera her du aliyan, spasiya gel û hikûmeta Awistiryayê kir ku di rojên dijwar û tengasiyê yên şoreşê de, hevsoz û alîkarê gelê Kurdistanê bûne.
Heriwah tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên di navbera welatê Awistirya û Herêma Kurdistanê de di warê aborî û geştûguzariyê de hat kirin.