PeyamaKurd – Pîzzeryayê Kurd Hakkı Akdeniz ku bi xebatên xwe yên xêrxwaziyê tê naskirin, diyar kir, ew ê dahata xwaringeha xwe ya li Manhattanê hefteyekê bexş bike.
Akdenîzê heta niha 22 hezar dolar kom kiriye.
Pîzzeryayê Kurd Hakkı Akdeniz ku bi xebatên xwe yên alîkariyê yên ji bo bêmalên li Amerîkayê tê naskirin, ji bo mexdûrên erdheja li Tirkiyeyê 22 hezar dolar kom kir. Akdenîz got, xwaringeha ku li Manhattana New Yorkê ye, wê dahata xwe ya 1 hefteyî bide herêma felaketê.
Akdenîz diyar kir, di erdheja 20ê Sibatê ya Hatayê de xaniyê ku birayê wî û biraziyên wî lê diman xera bûye.
Hakki Akdenîzê ji Diyarbekirê wiha got: "Ez her tim dibêjim, dema hewcedariya mirov bi alîkariya we hebe, divê hûn li wir bin." Akdenîz ji kanala CBSê re axivî û got, "Gelek kes tên cem hev û ji mexdûrên erdhejê re xwarinê çêdikin. Ez fikirîm ku ez dikarim bi berhevkirina alîkariyê, alîkariyê bikim."
Hakkı Akdeniz di sala 2012an de bi belavkirina pîzza bêpere li kesên hewcedar di dema karesata Bahoza Sandy de derketibû pêş. Di dema belavbûna Kovîd-19ê de Akdenîz xwaringehên xwe ji bêmalan re vekir û pîza û vexwarinên bêpere belav kir.
Hakkı Akdeniz ê ku li New Yorkê dijî, di sala 2018an de li Meclisa Nûneran a Amerîkayê wek 'şampiyonê edaleta civakî', 'lîderê civakê' û 'lîderê cîhana karsaziyê' bû û ji aliyê Meclisa Eyaleta New Yorkê ve weke wekîl hat hilbijartin. 'Xizmeta nimûneyî ya ji civakê re' û 'Di karê xwe de kesayetek bêhempa' hêjayî xelatên takekesî hat dîtin. Şampiyonê Pîzzayê yê Cîhanê Hakkı Akdeniz ku di çapemeniya Amerîkayê de bi alîkariya xwe ya ji bo bêmalan derket pêş, bi lîstina reklamên Superbowlê nav û deng da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin