Zelenskiy: Êdî dema me nîne, dema bendêmayîna azadiyê tune ye...

Zelenskiy: Êdî dema me nîne, dema bendêmayîna azadiyê tune ye...

PeyamaKurd - Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di 45emîn roja şerê ku Rûsyayê li dijî wan daye destpêkirin de, gotarek pêşkeşî gelê Ukraynayê kir.

Zelenskiy di axaftina xwe de, bang li welatên cîhanê kir û got: “Êdî dema me ya bendêmayînê nîne. Dema bendêmayîna azadiyê tune ye. Dibe ku Rûsya hêz û alavên xwe yên din bixe nav welatê me. Divê demildest bikevin tevgerê û li hember tîran ambargoya petrolê were danîn û ketina pereyên neqdî bo Rûsyayê were rawestandin.”

Zelenskiy bal kişand ser serdana Serokwêzîrê Brîtanyayê Boris Johnson a bo Kîevê û da zanîn ku Johnson bi pakêteke nû ya alîkariya darayî û berevaniyê hatiye û polîtîkaya Brîtanyayê ya derbarê piştevaniya Ukraynayê de, bilind nirxand.

Zelenskiy kêfxweşiya xwe bo mazûvaniya Johnson li Kîevê anî ziman û got, “Brîtanya bi sedema piştevaniya Ukrayna û lîdertiya dorpêçên ser Rûsyayê dike, navê xwe heta hetayê li nav dîrokê xêz kiriye.”

Herwiha Zelenskiy, pêşwazî li kampanyaya Yekîtiya Ewropa û Kanadayê jî kir ku ji bo alîkariya xelkê sivîl ê ji bombeyên rûsî reviyane, soza zêdetirî 10 milyar dolaran dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin