Almanya: Em ê pergala ‘Iris-T’ ya parastina asmanî ji bo Ukraynayê dabîn bikin

Almanya: Em ê pergala ‘Iris-T’ ya parastina asmanî ji bo Ukraynayê dabîn bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, di demeke ku 4 meh bi ser êrîşên artêşa Rûsyayê yên bi ser Ukraynayê de derbas dibin, ragihand ku ew dê pergala parastina asmanî ya pêşketî ji bo Ukraynayê dabîn bikin.

Scholz di axaftina xwe ya Meclîsa Federal a Almanya de ku li ser budçeyê gotûbêj dihatin kirin de, ragihand ku ew dê pergala parastina asmanî "Iris-T" ji bo Ukraynayê dabîn bikin.

Serokwezîrê Almanya Scholz, li ser dabînkirina Iris-T diyar kir ku êdî wê Ukrayna li hember êrîşên asmanî yên rûsî bikaribe bajarêkî mezin biparêze.

Herwiha Scholz da xuyakirin ku ew dê bi hemû derfetên xwe piştevaniya Ukraynayê berdewam bikin û got, Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, bi êrîşa ser Ukraynayê negihîşt armancên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin