WHO: Dibe ciwan jî ji ber Covid-19ê nexwes bikevin an jî bimirin

WHO: Dibe ciwan jî ji ber Covid-19ê nexwes bikevin an jî bimirin

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ciwan hişyarkirin da ku li dijî vîrûsa korona ya nû (Covid-19) xwe biparêzin.

Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku dibe ciwan jî ji ber Covid-19ê nexweş bikevin an jî bimirin

Tedros Adhanom Ghebreyesus di civîneke rojnamevaniyê de li Cenêvê amaje kir, “dibe ku ciwan jî bimirin.”

Herwiha Serokê WHOyê Ghebreyesus bang dike ku  li hemberî vîrusa koronayê (Covid-19) dev ji alkol û cîgare were berdan.

Li gorî zanyariyên WHOyê yên dawiyê ji ber vîrûsa koronaya nû (Covid-19) heya îro 8 hezar 778 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hejmara haletên tûşbûyiyan Covid-19ê 209 hezar û 839 kes in.

Ji ber ku bi piranî kesên temedirêj jiyana xwe ji dest didin, ciwan fişara koronayê zêde cidî nagirin.


Newroza îsal li mal û şaneşînan tê pîrozkirin!

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin