PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Artêşa Netewî ya Libyayê (ANL) Xelîfe Hafter, banga agirbestê ya Rûsyayê qebûl kir û ragihand ku dê îşev agirbest bikeve meriyetê.
Berdevkê ANLê General Ehmed el Mismarî bi zarê General Hafter ragihand ku wan operasyonên dijî hêzên hikûmeta Wîfaqê li rojavayê welêt dane sekinandin û dê agirbest îşev li demjimêr 00:01ê dest pê bike.
Mismarî herwiha got ku heger agirbest were binpêkirin dê bersivên tund bidin wan.
Serokê Rûsya Vldamirîn Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 10 Çileyê li Stenbolê civiyabûn û banga agirbestê li aliyên Libyayê kiribûn ku Rûsya piştevaniya Hafter dike û Tirkiye jî piştevaniya hikûmeta Wîfaq a Fayez Sîrac dike. Hêzên Hafter destpêkê agirbest qebûl nekiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin