PeyamaKurd – Lîderên G7an bi hevkarî daxwuyaniyekî belav kirin û xwestin ku Çîn ji bo rawestandina şerê Rûsya-Ûkraynayê zorê bide ser Rûsyayê. Civîna lîderên G7an di roja duyê de jî li Japonya libajarê Hîroşîmayê dewam dike. Di belavoka hevpar ya G7an de weha hat gotin:
“Em dixwazin Çîn îşxala Rûsyayê ya ser Ûkraynayê rawestîne û bê qeyd û şert hêzên xwe yên leşkerî ji Ûkraynayê paşde vekişîne.”
Di daxwuyaniyê de her weha behsa rageşiya navbera Çînê û Taywanê hat kirin. G7 ji Çînê xwestin ku ji bo arîşeyê çareyekî aştiyane bibînin. Hat gotin ku di deryayên Çînê yên rojhilat û başûr de li ser rewşê endîşeyên wan yên ji dil hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin