Austin: Rizgarkirina Lymanê, me gelek wêrek dike!

Austin: Rizgarkirina Lymanê, me gelek wêrek dike!

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd James Austin, li ser rizgarkirina hêzên Ukraynayê ya bajarê Lymanê axivî. Austin vê pêşveçûnê erênî nirxand û diyar kir ku ev yek ji bo wan dibe sedema wêrekiyê.

Wezîrê Berevaniyê Austin, ji bo CNN Internationalê axivî û rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand.

Wezîr Austin li ser pêşveçûna Ukraynayê ya di qada şer de da zanîn ku ew xwedî wê baweriyê ye ku Ukrayna li herêma Khersonê bi pêş ve çûye.

Lloyd James Austin, di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser rizgarkirina hêzên Ukraynayê ya bajarê Lymanê jî û got,

“Ev tiştên ku em dibînin, me gelek wêrek dikin. Ev gelek girîng e.”

Wezîrê Berevaniyê, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ev pêşveçûna dawî, di êrîşên ku Ukraynayê meha borî li bakur-rojhilatê welêt dabû destpêkirin de serkeftina herî mezin e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin