Efrîn | Komeleyeke Filîstînî û Tirk wargeheke nû ya nistecihbûnê ava dikin

Efrîn | Komeleyeke Filîstînî û Tirk wargeheke nû ya nistecihbûnê ava dikin

PeyamaKurd – Di çarçoveya guhertina demografiyaya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin de, avakirina niştingehên bo xelkê ji derve têne anîn dewam dike.

Herî dawî çavkaniyên herêmê ragihandine ku komeleya bi navê ′El Eyş Bîkeramê (Bi rûmet bijî) a Biryaên Milisman - Îxwan a Filistînî bi hevkariya komeleyeke ji Tirkiyê dest bi avakirina wargeheke nû ya niştecihbûnê li gundê Maratê kiriye.

Gundê Maratê 6 kîlometre dûrî rojavayê navenda Efrînê ye û wargeha nû ya niştecihbûnê jî ji bo  malbatên çekdaran û xelkê herêmên din ên Sûriyeyê tê avakirin.

Komeleya ′El Eyş Bîkeramê′ wargeha niştecihbûnê li ser 10 donim êrddê li derdora gundê Maratê yê rojavayê Efrînê çêdike û biryar e 100 mal bêne avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin