Hêzên Amerîkayê li Kendavê amadekariya operasyonê dikin

Hêzên Amerîkayê li Kendavê amadekariya operasyonê dikin

PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand bo rêyên behrê li Kendavê bixin bin ewlekariyê, li ser operasyona leşkerî xebatê dikin. Operasyon bi îhtîmaleka mezin wê bi nobetê (sentinel) be. Di beyanê de weha hat gotin:

“Hêzên CENTCOM ê li ser operasyoneka bi nobedarî dixebite da ewlekariya behrê, bi taybetî di Rojhilata Navîn de ciyên ku buhir tê de hene, bo sefer bi ewle çêbibin an ewlehiya ku heye xurtir bibe, dixebite. Xebat dê xebateka navdewletî be.”

CENTCOM di heman beyana xwe de behsa deverên ku divê nobedarî lê bên girtin kir û weha dewam kir:

“Armanca operasyonê ew e ku teşwîqa îstîqrarê di behrê de bêkirin, temîna asayîşa Kendava Basrayê, Bihura Hurmizê, Buhira Bab El Mendebê û di temamê kendava Ummanê de ye. Kêmkirina gengeşeyan û temîna çûn û hatina di nav avên navdewletî de armanca operasyonê ye.”

Operasyon wê bi hêzên hevkar re çêbibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin