PeyamaKurd - Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malikî pêşniyareke nû ji bo pêkan3ina baweriyê di navbera aliyan de pêşkêş kir. Li gorî vê pêşniyarê, daxwaz tê kirin ku dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê û dosyeya kontrolkirina çekan û hilweşandina komên çekdar ji hev bên cudakirin.
Ev gavek e ku niha ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve tê lêkolînkirin da ku atmosfereke piştrastiyê ji bo komên çekdar çêbibe.
Di çarçoveya vê plansaziyê de, aliyên siyasî 30ê Îlona 2026ê wekî civana dawiyê ji bo vegerandina çekan bo bin desthilata dewletê diyar kiriye.
Poseya vekişîna hêzên Amerîkayê jî li gorî wê bernameya demkî ya ku sala 2024ê ligel Washingtonê li ser hatibû lihevkirin birêve diçe û biryar e heta dawiya Îlona 2026ê bi tevahî bi dawî bibe.
Bexda tekez dike ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê gihîştine asteke bilind û dikarin bêyî alîkariya rasterast a Hevpeymaniya Navdewletî berpirsiyariya ewlehiyê bigirin ser milê xwe. Her wiha kontrolkirina çekên li derveyî desthilata dewletê di nav sozên sereke yên Serokwezîr Elî Zeydî de ye.