PeyamaKurd – General Çevik Bir ê ku di doza 28 ê sibatê de salekiye di zîndanê de ye û di wexta kirina karê xwe de 2 em serokerkanê artêşa Tirkiyê bû, bi sedema doktoran teşxîsa nexweşîna demansê jê re danîn, biryara tehliya wî hat dayîn.
General Çevik Bir di dadgeha 5 em cezayê giran ya Ankara de hatibû darizandin, cezayê heya bi heyayê dabûnê lê ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê, dê navber bidin mayîna wî ya di zîndanê de. Bende ne ku Çevik Bir ji zîndanê derê.
Çevik Bir berya AKP bibe partiya desthilat li Tirkiyê, gelek caran derdiket ber çapemeniyê û sîvîlan tehdîd dikir û grûbeka bi navê “Grûba Xebata Rojava” di nav artêşa Tirkiyê de bi hinek hevalên xwe ve ava kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin