Silêmaniye | 3 ciwan di avê de xeniqîn

Silêmaniye | 3 ciwan di avê de xeniqîn

PeyamaKurd Li Silêmaniyê, 3 ciwan ketin ava çemê Xemeloke ya bajarokê Mawet û di encamê de, her sê ciwan jî xeniqîn.

Li gor zanyariyan, do 3 ciwan bi armanca geştê çûne nêzîk çemê Xemeloke û piştre ciwanek ji wan dikeve avê û du ciwanên din jî ji bo wî rizgar bikin dikevin avê, lê her sê ciwan di wê bûyerê de xeniqîne.

Herwiha hat eşkerekirin, tîmên melevan lêgerîna meytên wan ciwanan dikin, lê heta niha meytê tu kesî nehatiye dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin