PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di derbarê rewşa endamtiya Swêdê de axivî.
Jens Stoltenberg di nirxandinên xwe de got ku "Hîn di navbera Tirkiye û Swêdê de di derbarê endamtiya tifaqê de mijarên ku nikarin li ser li hev bikin hene."
Stoltenberg diyar kir ku ew ê beriya lûtkeya NATOyê ya ku li Vilniusê bê kirin, bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re bicive.
Jens Stoltenberg eşkere kir ku dê mijara endamtiya Ukraynayê ya NATOyê jî dîsa were gotûbêjkirin û amaje kir ku ji bo Ukrayna bibe endamê NATOyê, tiştên ku dê bên kirin, dê bên nirxandin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê da zanîn ku Rusyayê mirin û wêranî haniye dilê Ewropayê û got,
"Peyama lûtkeya Vilnius zelal e: NATO yekgirtî ye û êrîşên Rusyayê dê jê re nemînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin