PeyamaKurd – Hat ragihandin, di nava qurbaniyên belema Tertûsê de malbateke Efrînî jî tê de bû, bavek û 3 zarokên wî can dan, hevjîna wî jî di nexweşxaneyeke Tertûsê de ye.
Çalakvan Mistefa Hibo ku welatiyê Efrînê ye û li bajarê Terablusê yê Libnanê niştecî ye daye zanîn, welatiyên Kurd Mistefa Misto yê 35 salî yê ji gundê Beiyê yê herêma Efrînê bi 3 zarokên xwe re xeniqiye.
Hibo eşkere kiriye, şeva borî cenazeyê Mistefa Misto û keça wî Dunya ya 13 salî, li Terablusê taxa Bab el-Remil, bi xakê hatin sipartin û cenazeyê kurek û keçeke wî hîn nediyar in û hevjîna wî jî hîn li nexweşxaneyeke Tertûsê ye.
Herwiha Hibo destnîşan kir, ji bilî vê malbatê, kesekî din ê Erebên hawirdeyên Efrînê jî di nav belemê de hebûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, keştiya ku Mistefa û malbata xwe tê de bûn roja Sêşemê ji Lubnanê birêketibû û nêzîkî 170 koçberên ne yasayî ji Lubnanê ber bi Îtalyayê ve dibirin û roja Pêncşemê ew keştî li nêzîkî girava Erwad a ser bi parêzgeha Tertûsê binav bibû. Li gor zanyariyên herî dawî, hejmara qurbaniyan gihîştiye 88 kesan û 50 kes jî heta niha wenda ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin