Îdîaya ku eskerên Urdunî  dest bi perwerdeya HSDê kirin

Îdîaya ku eskerên Urdunî  dest bi perwerdeya HSDê kirin

PeyamaKurd - Îdîa hat kirin ku li baregeha Sebah el Xêrê ya başûrê bajarê Hesekeya Rojava, efserên Urdunî serperiştiya perwerdehiya hêzên sînorî yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) dikin.

Li gorî îdîaya malpera SmartNewsê, şeş efserên Urdunî û çarên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serperiştiya perwerdekirina kûrsa çarem a pasevanên sînoran kiriye û wê kûrsê 18 rojan dewam kir ku perwerde bi çekên sivik dihat kirin.

Herwiha çavkaniyê îdîa kir ku ew hêzên hatine pewerdekirin li ser sînorên navbera Tirkiye-Sûriyeyê û Iraq-Sûriyeyê hatine bicîkirin û mehane 115 hezar lîreyên sûrî mûçe werdigirin.

Çavkaniyê hebûna hêzên Erebistana Siûdî li herêmên HSDê red kir û pêşbîn kir ku dibe ew jî di demên pêş de çêbibe.

Hêjayî gotinê ye ku duh hatibû îdîakirin ku Erebistana Siûdî xwe daye ber fînansekirina hêzên parastina sînoran ên girêdayî HSDê lê hîn ji aliyan di vî warî de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin