Artêsa Tirkî gundewarên Minbic û Til Rifetê topbaran kir

Artêsa Tirkî gundewarên Minbic û Til Rifetê topbaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Tirkî, gundewarên bakurê rojhilatê bajarê Minbicê û yên derdora navenda navçeya Til Rifetê topbaran kir.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker, ji baregeha li gundê Qîrata yê bakurê bajarê Minbicê, gundê Hoşeriyê yê bakur-rojhilatê bajêr, bi hawinan topbaran kir.

Heman çavkaniyê da zanîn, beriya wê bi çend saetan, artêşa dagirker gundê Ereb Hesen ê Mezin jî kiribû armanca êrîşên xwe.

Herwiha, gundê Şêx Hîlal, Şêx Îsa û derdora navenda navçeya Til Rifetê jî ji aliyê artêşa Tirkî ve bi dijwarî hat topbarankirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin