Zelenskiy: 60 nistîngehên din hatin rizgarkirin…

Zelenskiy: 60 nistîngehên din hatin rizgarkirin…

PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê ji bajarê Xersonê daxuyanî dan.

Zelenskiy ragihand ku wan gund, navçe û bajarên dagirkirî ji bîr nekirine û ew dê bi rêya operasyonên berevaniyê û dîplomasiyê hemû deverên sînorên dewleta Ukraynayê yên ji aliyê civaka navdewletî ve hatiye pênasekirin rizgar bikin.

Serokê Ukraynayê li ser vekişîna Rûsan ji Xersonê got ku beriya vekişînê binesaziya bajêr tune kirine ku Rûs dixwazin henekên xwe bi mirovan bikin, lê ew ê her tiştî vegerînin.

Herwiha Zelenskiy eşkere kir ku niha li herêma Xersonê zêdetirî 60 niştîngeh paşde hatine standin û ketine bin kontrola Ukraynayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin