PeyamaKurd – Bi sedema hişkayiya salê û şerê Ûkraynayê, welatê Tûnisê di krîza dexlê de ye û Amerîka bi miqdarê 25 hezar tonî desteka dexlê da Tûnisê. Balyozê Amerîkayê yê Tûnisê bi nivîskî mijarê weha ragihand:
“Ji bo em destekê bidin çareseriya krîza dexlê ya Tûnisê ku krîz ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê derketiye, bi desteka Banka navendî ya Dinyayê û Amerîka bi koordînasyona Ofîsa Dexlê ya Tûnisê 25 hezar ton dexl gihandiye lîmana Tûnisê.”
Li gor rêjeyên fermî; Tûnis ji %70 pêdiviya xwe ya dexlê ji derve îtxal dike. Krîza Tûnisê ya dexlê ji ber koronayê, şerê Ûkraynayê û hişkesaliyê ye. Hetta, niha nisbeta tijebûna barajên Tûnisê di bin %30an de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin