Çavûsoglû: Gotinên me, tên berovajîkirin

Çavûsoglû: Gotinên me, tên berovajîkirin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavûşoglû, li ser hegera operasyona Rojava û daxuyaniyên aliyê Tirkiyeyê yên lihevkirina bi rêveberiya Suriyeyê re axivî.

Çavûşoglû da zanîn ku li ser mijara hegera operasyonê û pê ve girêdayî daxuyaniyên lihevkirina bi rejîma Suriyeyê re tên berovajîkirin. Wezîr Çavûşoglû got,

“Me gotibû opozîsyona Suriyeyê, bi Tirkiyeyê ewle ye lewra me tu carî ew di nîvê rê de nehiştiye. Lê belê li Suriyeyê jî ji bo aramiyeke mayînde û aştiyê, lihevkirin şert e. Di serî de ez bibêjim, min peyva ‘aştiyê’ bi kar nehaniye, min peyva ‘lihevanînê’ bi kar hanîbû. Tenê ne di nav Suriyeyê de li Tirkiyeyê jî berhevdêrên ku dixwazin agir sor bikin hene û gotinên me berovajî dikin.”

Wezîrê ku ligel Wezîrê Karên Derve yê Letonyayê Edgars Rinkevics daxuyaniya hevpar da, axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Van gotinên ku min gotibûn, ne cara yekemîn e em dibêjin. Em ji serê ser de van tiştan dibêjin. Piştî vî şerê navxweyî dest pê kir, ev helwest nîşaneya hewilên me yên ku şer bi dawî were nîşan dide.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin