''Dengdana îro rêkeftina me û sirîkên me YNK û Gorranê temam dike''

''Dengdana îro rêkeftina me û sirîkên me YNK û Gorranê temam dike''

PeyamaKurd – Derbarê dengdana îro ya Parlementoyê li ser namzetê Hikûmetê bo Wezîrtiya Samanên Sirûştî, Serokê firaksyona PDKê yê Parlementoya Kurdistanê axivî û got, ev dengdan, rêkeftina wan û şirîkên wan YNK û Gorranê temam dike.

Serokê firaksyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê Umîd Xoşnaw daye zanîn, îro Parlementoya Kurdistanê dicive û deng dide nemzetê Hikûmetê bo Wezîrtiya Samanên Sirûştî Dr. Kemal Etroşî.

Herwiha Umîd Xoşnaw destnîşan kiriye, dengdana îro rêkeftina me û şirîkên me, YNK û Gorranê temam dike. Kabîneya niha bi dengên me hemiyan pêk hatiye, niha jî divê hemû deng bidin namzetê Hikûmetê.

Umîd Xoşnaw da xuyakirin, eger ew deng nedin namzetê Hikûmetê, PDK jî deng nade namzetên wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin