PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) bi fermî Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an derxist.
Pentagonê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber ku Tirkiyê pergala parastina hewayî ya rûsî moşekî ya S-400 ji Rûsyayê kiriye, ji ber wê jî ji bernameya balafirên F-35an hatiye derxistin.
JI PÎLOTÊN TIRK YÊN KU JI BO FÊRBÛNA PERGALA F35AN ÇÛBÛN AMERÎKAYÊ HAT XWESTIN KU JI AMERÎKAYÊ DERKEVIN.
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin, ji pîlotên Tirkiyê yên ku bo fêrbûna pergala balafirên F-35an çûbûn Amerîka, re hatiye gotin heta 31 Tîrmehê ji Amerîkayê derkevin.
BI VÊ BIRYARÊ ZIRARA TIRKIYÊ 9 MİLYAR DOLAR E
Cîgirê berpirsê karûbarên îdarî yên Pentagonê, Ellen Lord jî dibêje, helbet hîn şansê Tirkiyê heye ji ber ku eger Tirkiye pozîsyona xwe biguherîne dikare dîsa tevlî bernameya F-35an were kirin. Bi gotina rayedarên Pentagonê, bi derxistina Tirkiyê ji sîstema F-35an re, 9 milyar dolar ziyan digihê Enqerê.
TIRKIE DIXWAZE HERÎ KÊM 100 F35AN BIKIRE
Biryara Pentagonê piştî wê yekê hat dayîn ku ev çend roj in hikûmeta Tirkiye moşekên S-400 yên ku ji Rûsyayê kiribû, vediguheze Tirkiyê.
Serokê Amerîka Donald Trump jî beriya niha gotibû, ew êdî balafirên F-35AAN nafiroşin Tirkiyê. Dewleta Tirkiyê daxwaza herî kêm 100 balafirên F-35 ji Amerîka kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin