PeyamaKurd- Li paytexta Çekyayê ya Pragê, 70 hezar mirov ji ber zêdebûna buhayê enerjiyê û polîtîkaya hikûmetê ya ji bo Rusyayê, daket kolanan û dest bi xwepêşandanan kir.
Li welatê ku xwedî 11 milyon serjimêr e, li gorî daneyên ku ji aliyê hêzên ewlehiya Çekyayê ve hatin ragihandin, bi qasî 70 hezar welatî, li Pragê daketin kolanan û rexne li hikûmetê girtin.
Di xwepêşandanan de dirûşimên “pêşî Çekya” hatin berzkirin û hem polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Rusyayê hem jî zêdebûna buhayê enerjiyê, hatin protestokirin.
Di xwepêşandana hat kirin de xelkê bang li rayedarên hikûmetê kir ku dest ji kar berdin û sedema vê yekê jî dorpêçên li ser Rusyayê hatin nîşandan ku ev dorpêç zerarê didin aboriya Çekyayê.
Hat ragihandin ku xelkê daketiye kolanan, ji rayedaran xwestiye ku di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de bêalî tevbigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin