PeyamaKurd - Encûmena Nûneran a Amerîkayê, pêşnûmayeke li ser bûdçeya berevaniyê ya sala 2024an pesend kir ku tê de behsa piştgiriya dayîna sîstemên berevaniya asmanî bo Herêma Kurdistanê tê kirin.
Pêşnûmeya ku ji aliyê Senatorê Komarîxwaz Don Bacon ve hatiye dengdan, piştî êrîşên vê dawiyê yên Îran û Tirkiyê yên bi moşek û balafirên bêmirov ên ser xaka Herêma Kurdistanê hatiye pêşkeşkirin.
Endamê kongreya Amerîkayê Don Bacon ji weşana Middle East Eye re gotiye, senatorên her du partiyên desthilatdar piştgiriya xwe ji bo sîstema berevaniya asmanî ji Pêşmerge re ragihandine, lê di heman demê de pêwîstî bi erêkirina Encûmena Nûneran û Senatoyê heye.
Bacon daxwaz ji rêveberiya Amerîkayê kir ku planeke kar ji bo perwerdekirina Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê yên Iraqê ji bo parastina xwe li hember êrîşên moşekî û balafirên bêmirov ên Îranê li ser herêmê amade bike û bicih bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin