PeyamaKurd-Balyozê Rûsyayê yê Belgradê ragihand ku dê Rûsya di nasnekirina Kosovayê de berdewam be. Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîtîkaya Rûsyayê ya li hember Kosovayê neguheriye.
Balyozê Rûsyayê yê Belgradê Aleksandir Botsan-Harçenko, bi rêya televîzyona Sirbîstanê Insajderê eşkere kir ku dê helwesta Rûsyayê ya nasnekirina Kosovayê bidome. Harçenko da zanîn ku ew wisa difikirin dê helwesta Sirbîstanê ya ku dorpêçê dananiye ser Rûsyayê berdewam be.
Harçenko got ku “Mijara Kosovayê, mijara hevkariya biratî û dostaniya Sirbîstan û Rûsyayê ya bingehîn e. Tu nîşaneyek jî tuneye ku Rûsya di vî derbarî de nêrîna xwe biguherîne.”
Beriya niha di hin rojnameyên herêmî de li dijî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn nûçe hatibûn çêkirin û hatibû gotin ku ‘Pûtîn li ser Kosovayê dilîze’ ‘Pûtîn di pişt de li Sirbîstanê dide’ ‘Pûtîn ji bo Donbasê, Kosova firot’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin