PeyamaKurd- Amerîka û Îsraîl bi awayeka fermî ji rêxistina perwerdê, zanistî û çandê ya Neteweyên Hevgirtî ya bi navê UNESCO yê veqetiyan. UNESCO endamtiya bi temamî dabû Fîlîstînê. Amerîka ji %22 mesrefên an ku budçeya UNESCO yê dida. Niha wê alîkariyê birî û perê endamtiyê neda UNESCO yê. Lewra mafê Amerîka di dengdanê de nema û endamtiya Amerîkayê ket.
Îsraîl jî piştî di sala 2017an de UNESCO rexne li destdanîna Îsraîlê ya ser Qudsê kiribû, pêwendiyên wan xerab bûbûn. UNESCO ti temmuza sala 2017an de bajarê Fîlîstînê El Xelîlê kiribû lîste ya dinyayê ya di bin talûkê de. Îsraîl bi sedema ku ev tê vateya naskirina Fîlîstînê, biryarê protesto kiribû.
Di peyde Netenyahû ragihandibû ku dê 1 mîlyon dolara ku her sal dida UNESCO yê bibirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin