PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, di pevçûnên ku di 15ê Nîsanê de li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de destpê kiribû de, 83 kes mirin û 1126 kes jî birîndar bûn.
Li Sûdanê do jî li bajarên cuda û li paytext Xartûmê di navbera artêş û HDKê de pevçûnên dijwar didomin.
WHO di daxuyaniya xwe ya da de got, “Ji 15ê Nîsanê û vir ve, di pevçûnên li Xartûm, Başûrê Kurdufan, Bakurê Darfûr û eyaletên Bakur û li herêmên cuda de herî kêm 83 kes mirin û 1126 kes jî birîndar bûn. Pevçûnên herî tund li Xartûmê diqewimin."
Lê belê Komeleya Doktorên Sûdanê do daxuyaniyek da û ragihand, hejmara miriyan hîn zêdetir e. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di pevçûnên li Sûdanê de herî kêm 97 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 365 sivîl jî birîndar bûn."
WHO destnîşan kir, pevçûnan di gihandina nexweşan û xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyan de pirsgirêk û kêmasiyên cidî yên hin derman û pêdiviyên bijîjkî peyda kirine, WHO ji aliyên şer xwest ku di gihandina karûbarên tenduristiyê de rêzê li bêalîbûnê bigirin û gihandina bêsînor a saziyên tenduristiyê garantî bikin ji bo kesên ku di pevçûnan de birîndar bûne.
WHO ji bo parastina birîndaran, nexweşan, sivîlan, xebatkarên tenduristiyê, ambûlans û tesîsên tenduristiyê, erkên xwe yên li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî bi bîr xist.
15ê Nîsanê danê sibê li bajarê Xartûmê yê paytexta Sûdanê û li gelek bajaran di navbera artêşa Sûdanê û HDKa paramîlîter de pevçûnên çekdarî derketin.
Nakokiyên di navbera artêş û HDKê de li ser reforma ewlekariya leşkerî ya ku "tevlîbûna HDKê ya artêşê" dimeşîne, di van çend mehên dawî de veguherî pevçûnek germ.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin