Ji bo Mêrdîn û navçeyên wê biryara koronayê

Ji bo Mêrdîn û navçeyên wê biryara koronayê

PeyamaKurd - Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de, tevî hemû navçeyan û navenda bajêr çûna derve ya bê maske hat qedexekirin.

Parêzgariya Mêrdînê ragihand, di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna koronayê de li saziyên kerta giştî û kerta taybet, di nav otobus û otomobîlên taybet de, li park, kolan û cihên giştî bê maske derketina derve hatiye qedexekirin.

Parêzgariyê da xuyakirin ku kesên pêbendî rênimayiyan nebin wê bên cezakirin û lêpirsîn li ser wan bê kirin.

Berî niha jî li 29 bajarên Tirkiye Bakurê Kurdistanê derketina derve ya bê maske hatibû qedexekirin ku 6 ji wan bajarên Bakurê Kurdistanê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin