Doz li biryara tayînkirina qeyûm a bo Mêrdînê hat vekirin

Doz li biryara tayînkirina qeyûm a bo Mêrdînê hat vekirin

PeyamaKurd – Bi daxwaza rawestandina biryara tayînkirina qeyûm a bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, serî li Dadgeha Îdarî hat dayîn.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (MA) radigihîne; li dijî biryara Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk a ji kar dûrxistina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û tayînkirina qeyûman li şûna wan, parêzerên hevşaredaran serî li Dadgeha Îdareya Kar a Mêrdînê da.

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku di biryarên ku ji aliyê meqamên îdarî ve tên girtin divê berjewendiya giştî û qanûnî jî hebe û biryara Wezareta Karên Navxweyî jî li gorî xalên 2, 38, 67, 123, 127. ên Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna bi hejmara 5393yan a ku Tirkiye alîgirê wê ye, hate diyarkirin ku xala 4/4 a Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê binpê kiriye.

Di serlêdanê de bal hat kişandin ku biryara tayînkirina qeyûman di çarçoveya Biryarnameya di Hiukmê Qanûnê de ya bi hejmara 674an a di dema Rewşa Awarte (OHAL) de hat weşandin hatiye girtin û hat destnîşankirin ku biryarnameya têkildarî qeyûm ji bo erêkirinê pêşkêşî meclisê nehatiye kirin. Di serlêdanê de hat gotin, “Rêziknameya di dema Rewşa Awarte de hat qebûlkirin û piştre hat erêkirin bi awayekî eşkere li dijî destûra bingehîn e.”

“Pêşniyara bêsûcdariyê hat îhlalkirin”

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku lêpirsîna der barê Ahmet Turk de beriya 31ê adara 2024an dest pê dike û heta niha der barê wî de biryara dawî nehatiye dayîn û wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê pêşnûmeya bêsûciyê di xala 38an de ye. Destûra bingehîn bi biryara qeyûm tayînî şaredariyê hatiye binpêkirin. Ji ber vê yekê di xala 47an a destûra bingehîn û xala 127/4an a destûra bingehîn de tê gotin ku şaredar ji ber sûcên girêdayî erka xwe, dikarin ji wezîfeya demkî bên dûrxistin. Ji ber ku hemû lêpirsîn û dozgeriyên ku li ser hatine kirin sûcên beriya hilbijartinê ne, nikarin weke hincetên betalkirinê bên binavkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin