Li Îranê qeyrana aboriyê berdewam dike!

Li Îranê qeyrana aboriyê berdewam dike!

PeyamaKurd- Ji ber ku qeyrana aboriyê mezin dibe û ava paqij ya vexwarinê kêm bûye, li dijî hikûmeta Îranê protesto zêde dibin. Li Rojavayê Îranê li Huzîstanê hêzên ewlehiyê û çalakvanan bi hev re şer kirin.

Di pevçûnan de bi dihan kes birîndar bûn û gelek çalakvan hatin binçavkirin.

Erkdarên hikûmetê, sûc avête ser çalakvanan û çalakvan tehdîd kirin. Li gorî agahiyan, polîsan li ser çalakvanan reşandine û bi vî şeklî gelek kes birîndar bûne.

Wezîrê Karên Hundir yê Îranê Abdurriza Rahman Fazlî di derbarê bûyeran de daxuyaniyek da û got ku heta niha di protestoyan de ti kes nemiriye. Tenê kesek birîndar bûye. Em ê di demeke kin de van bûyeran bi dawî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin