PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bi qasî 10 milyon dolaran wê alîkariyê bide.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Geşepêdanê ya Amerîkî, Amerîka bi rêya saziya UNAMI (Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê) ji bo piştevaniya hilbijartinên Iraqê 9 milyon û 700 hezar dolar dişîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ji bo pêkanîna hilbijartinan li Iraqê amade ne her cure piştgiriyê bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin