PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê kir ku piştî destbikarbûna xwe bi fermî serdana Herêma Kurdistanê dike.
Piştî civînê hat ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê tevî bixêrhatin û pîrozbahiya li destbikarbûna wî kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û tekez kir, Herêma Kurdistanê bi girîngî li pêwendiyên bi Vatîkanê re dinêre.
Barzanî serdana Qedaseta Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi bûyereke dîrokî bi nav kir û hêvî xwest ew bi handerê vegera Kirîstiyanan bo welatê xwe ku hejmareke mezin ji wan ji ber şer û tundûtûjiyê di salên borî de ji Iraqê derketibûn.
Nêçîrvan Barzanî vekirina Zanîngeha Katolîkî ya li Enkawe bi hengaveke girîng û erênî da zanîn û tekez kir ku perwerde bingeha serekî ya civakeke baş û pêşketî ye, ji bo wê yekê divê gelek girîngiyê bi kalîteya xwendinê û çanda pêkvejiyan û lêborînê bê dayîn û zanîngeh toreke berfireh peywendiya li gel zanîngehên cîhanê dirust bikin bo ku zêdetirîn sûd ji ezmûna serkeftiyan bibînin û bibin pira peywendî û bihêzkirina pêkvejiyan û lêborîn û hevdu qebûlkirinê.
Balyozê Vatîkanê li Iraqê spasiya Vatîkanê ji Herêma Kurdistanê dubare kir ku deriyên xwe di rûyê Kirîstiyanan û koçberên din ên Iraqê vekir û diyar kir, Vatîkan bi girîngî, rêz û pesn li vê helwestê û li kultura pêkvejiyanê, lêborîn û hevqebûlkirinê li Herêma Kurdistanê dinêre û spasî li Nêçîrvan Barzanî û berpirs û gelê Kurdistanê kir, ji ber ku li Herêma Kurdistanê bi germî pêşwazî li Qedaseta Papa hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola girîng a Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê û diyar kir, Kirîstiyan pêkhateyeke resen a û sereke ya Herêma Kurdistanê ne û roleke berçav di xizmetkirin, avakirin û pêşvebirina Herêma Kurdistanê û bihêzkirina kultura pêkvejiyanê radibin.
Barzanî tekez kir, di destûra Herêma Kurdistanê de ku niha ew mijûlî amadekirina wê ne, mafên hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê dê were parastin.
Rewşa deşta Neynewa, rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê, pêşhatên nexweşiya Koronayê û hilmeta vaksînkirinê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa Iraqê bi giştî, çend tewerên din ên civînê bûn ku şandeke Dêrê jî tê de beşdar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin