PeyamaKurd - Endama Lijneya Yasayî li Parlamentoya Kurdistanê aşkera kir, 17 madeyên peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê tên sererast kirin û di vê dema yasadanînê de dê bên pejirandin.
Endama lijneya karûbarên yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad ragehand: ‘’Pêşneyar yasaya sererast kirina peyrewa navxwe ya Parlamentoya kurdistanê li lijneya yasayî ve ji desteya serokatiya Parlamentoyê re hatiye dayîn û di vê heftiyê de xwandina yekem dê bê kirin û di vê dema yasadanînê de dê bê pejirandin.’’
Herwiha got: ‘’Di vê peşneyar yasayê de 17 madeyên peyrewa navxwe ya parlamentoyê dê bên sererast kirin ku rêkeftina siyasî ya fraksiyonan jî li ser hatiye kirin û pêşneyar yasa li gor wê hatiye amade kirin.’’
Biryar e sibe 17.09.2019ê Parlamentoya Kurdistanê bicive û xwendina yekem bo sererast kirina peyrewa navxwe ya parlamentoyê û hejmarek projeyasayên din bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin