PeyamaKurd – Li şaredariyên Seyhan û Çukurova yên Edeneyê danê sibê bi hinceta 'bertîlê' operasyon hat lidarxistin. Ekîbên polîsan di çarçoveya operasyonê de hin belge desteser kirin, lêgerîna li avahiyê dewam dike.
Piştî ku dozgeriyê derbarê gumanbaran de biryara binçavkirinê da, ekîban danê sibê li navnîşanan û avahiyên şaredariyê yên gel operasyon kirin.
Di operasyonê da 58 şikbarên ku di nav wan da Wekîlê Şaredarê berê yê Şaredariya Çukurovayê Alî A., midûrê berê yê zozanan Hasan U., Wekîlê Şaredarê Seyhanê, midûrê zozanan û gelek xebatkarên şaredariyê jî di nav da ne, hatin desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin