Polat Can: “Berî her derî Efrîn”!

Polat Can: “Berî her derî Efrîn”!

PeyamaKurd- Fermandarê Herêma Başûr Polat Can li ser daxuyaniya Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel yê Giştî Sîpan Hemo, axivî û got ku “pêşiyê Efrîn.”

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Polat Can li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got ku YPG dixwaze berî her derî, Efrînê azad bike; ne cihekî dî. Berî niha Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel yê Giştî Sîpan Hemo gotibû ku em amade ne ku em li Başûrê Sûriyê li dijî IŞÎDê şer bikin.

Polat Can wiha berdewam kir: “Wezîfeya YPG, YPJ û HSDê ya pêşî azadkirina Efrînê ye. Efrîn berî her tiştî tê. Azadkirina Efrînê û vegera gelê Efrînê ji bo me, ji her tiştî girîngtir e. Ji bo ku em bi hinek aliyan re li hev werin jî, Efrîn bêtereddud şerta herî mezin e.

Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel yê Giştî Sîpan Hemo ji rojnameya Şarq’ul-Awsatê re gotibû ku em amade ne ku em li Başûrê Sûriyê li Suweydayê li dijî IŞÎDê şer bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin