Ger sekirê nava xwînê dakeve!

Ger sekirê nava xwînê dakeve!

PeyamaKurd- Carna şekirê nava xwînê an ku glîkoza nava xwînê dikeve. Bi ketina şekir re xwêdan, hîssa birsê, asabiyet, serêş, gêjbûn, lerz, bêhalî morbûna serê tiliyan, şemra levan, carna hişçûyîn, dîtina bi xumamî, nebza bilez xwe nîşan didin û ev tev îşaretên ketina şekire.

Eger kesek bi mirovê ku şekirê wî ketibe re hebe başe û yekser dikare nexweş bide rûniştin an paldayîn. Dikare ava bi şekir an eger hişê wî li sere wî be, dikare çend şekir bidê da bixwe. Lê ava bi şekir baştire ji ber zû dikeve nava xwînê.

Mirov dikare ava fêkiyan, rîçal an kevçiyekî hingiv bide nexweş. Eger kes nexweşê şekir be, divê piştî yek ji van tiştan mirov bibe ser doktorekî da muayene bibe. Kesê ku şekirê wî dikeve, divê daîma di bin kotrola doktor de be û pêre şekir hebe. Xwe bo demeka dirêj birçî nehêle.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin