Pisîka Wanê di nav 200 celeban de bû delala yekemîn

Pisîka Wanê di nav 200 celeban de bû delala yekemîn

PeyamaKurd – Di ‘Pêşbirka Navnetewî ya Pisîkên Bextewar’ de ku li Stenbolê hat lidarxistin, pisîka Wanê bi navê Sû di nav 200 celebên pisîkan de yekemînî bi dest xist.

Pisîka bi navî Sû ku ji aliyê Zanîngeha Yuzunciyil a Wanê ve tê parastin, li Stenbolê beşdarî pêşbirka ‘Pêşbirka Navnetewî ya Pisîkên Bextewar’ bû û wekî pisîka herî delal a yekemîn hat hilbijartin.

Pêşbirk di çarçoveya Pêşengeha 7emîn a Ajalên Kedî û Akseuarên wan de, hat lidarxistin û pisîka Wanê Sû û Başak jî derketin ser dikê û bi pûanê herî zêde yê juriyê pisîka bi navê Sû ya Wanê bû yekemîn.

Rektorê Zanîngeha YYUyê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî piştî pêşbirkê ji rojnamevanan re ragihandiye ku wan encameke gelekî baş bidest xistiye û di nav 200 celebên pisîkan ên 15 welatan de yekemînî bi dest xistine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin