PeyamaKurd- Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) biryara dawî derbarê wezîrên hizba xwe yên bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dide.
Şêwirmendê PDKê Arif Ruşdî, ji malpera fermî ya PDKê ra axvî û daye zanîn ku bo diyarkirina wezîran PDKê lijneyek ava kiriye û ti kêşeya PDKê di vî warî da nîne û namzedên wê amade ne.
Arif Ruşdî amaje bi wê yekê kiriye lîjneya PDKê wê navê kandîdan radestî Mekteba Siyasî bike û hefteya bê wê Mekteba Siyasî biryara dawî bide.
Arid Ruşdî amaje bi wê yekê jî kir ku li ser mercên wezîrtiyê jî wiha ne:
Arif Ruşdî tekezî li ser wê yekê kiriye ku piştî Mekteba Siyasî ya PDKê biryara xwe ya dawî, wê lîsteya navên xwe arasteyî Mesrûr Barzanî yê bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye erkdarkirin bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin