PeyamaKurd - Gelek caran dema ku mirov hewl dide rastiya bûyerekê eşkere bike, astengên mezin derdikevin ser rêya rastiyê û xelkek naxwaze rastiya heyî bibîne. Belkî ev yek bi xwe handîkaba mezin ya Kurdan e û ya wan kesên ku bi zanebûn dikevin xizmeta dagirkeran e.
Fermandarekî YBŞê ku hêzeke li Şingalê ya bi ser PKKê ve ye, di hevpeyvîneke vîdyoyî ya medya xwe de li ser rastiyên xwe yên li Şingalê mikur hatiye û gotiye, ne ji PKKê bûya hêzên iraqî nedikarin ji ber hebûna PDKê bikevin Şingalê, lê wan ji wan re rê vekir û niha ala Iraqê li Şingalê hildane.
Ew fermandarê YBŞê hevkariya ligel hêzên Heşdî Şeibî bibîr dixe û destnîşan dike, hêzên iraqî ji tirsa PDKê beriya niha nikaribûn bikevin Şingalê, lê cara yekem bi saya YBŞê ala Iraqê li Şingalê hatiye danîn.
Heta niha gelek caran ev pirs ji aliyê medyaya Kurdî ve hatiye rojevê, lê mixabin ji ber dezenfarmasyona medya PKKê û helwesta gurubên girêdayî PKKê rastî hatine nixumandin. Lewra ew medya bi propagandaya ku dike dikare nehêle rastiya heyî bê zanîn û derewên xwe wek rastiyekê didan pêşîya xelkê Kurdistanê.
Gelek mixabin piraniya caran dezenfarmasyona wan cihê rastiyê digirt.
PKK/YBŞ KOMUTANI ; Irak güçleri KDP'nin korkusundan Şengal'e giremiyordu,biz YBŞ olarak ırak güçlerini ve Irak bayrağını Şengal'e getirdik. Irak bayrağını Şengal de ilk defa YBŞ göndere çekmiştir.pic.twitter.com/hBvzuYhSdb
— zelal (@zelal_barin) March 17, 2022
Wek tê zanîn Şingal kete di bin destê DAÎŞê de û fermana Kurdên Ezidî rabû. Komkujiyek destpêkir û bi dehê hezaran koçber bûn û tufanek mezin hate serê Kurdên Ezidî. Piştî şerek dijwar û dawiya sala 2014ê Pêşmegeyên Kurdistanê Şengal azad kirin. Wek tê zanîn piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Milîsên Îranê û Çekdarên PKKê şerê Pêşmergeyan kirin û ketin nava Şingalê de. Çekdarên PKKê bûn hêzek girêdayî Heşda Şeibî û miaşên xwe ji Artêşa Iraqê werdigirtin.
Her cara Pêşmergeyan hewl didan bikevin nava Şingalê çekdarên PKKê şerê wan dikirin. Dema pêşmergeyên Kurdistanê hewl didan bikevin nava Şingalê çekdarên PKKê jin û zarok rêdikirin da ku pêşiya karwanên Pêşmergeyan bigrin.
Herî dawî hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê di derbarê Şingalê de peymanek îmze kirin, li gor vê peymanê diviyabû hêzên biyanî li devera Şingalê nemînin.
PKK di bin bandora Heşda Şeibî de li dijî vê biryarê derket û di medyayê de dest şerê PDKê û Peşmergeyan kir û nûçeyên derew belav kirin.
Lê îro miaşxwarên Heşda Şeibî û qaşo fermandarên PKKê li xwe mikur tên û behsa sixûriya xwe ya Artêşa Iraqê dikin. Behs dikin ku rê nadin Pêşmerge bikevin nava Şingalê û herweha naxwazin Şengal bikeve ser herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin