Li Zaxo ji bo kêmderfetan 892 avahî têne çêkirin

Li Zaxo ji bo kêmderfetan 892 avahî têne çêkirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya biryara kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê 892 avahî ji bo xelkê kêmderfet têne çêkirin.

Rêveberiya Veberhênan a Îdareya Serbixwe ya Zaxo ragihandiye ku çêkirina avahiyên bo kêmderfetan dest pê kiriye.

Rêveberê Veberhênan a Îdareya Serbixwe ya Zaxo Cîgerxwîn Teha Ebdî daye xuyakirin, 576 avahiyên kêmderametan li Îdareya Serbixwe ya Zaxo nêzîkî Tilkber û 316 avahî jî nêzîkî Zanîngeha Zaxo têne çêkirin ku şarederiya Zaxo ew du cih ji bo çêkirina avahiya destnîşan kiriye.

Hat diyarkirin ku li Zaxo çend merc hatine danîn ji kesên ji avahiyan sûdmend bibin û ew jî; divê dahata her kesekî ku mehane 130 hezar dînar zêdetir nebe, di heyama 2 salan de kirîn û firotina erd nekiribe, zêdetirî otomobîlekê bi navê wî nebe, berî niha ji ti tiştekî hikûmetê sûd wernegirtibe, herwiha malbata şehîdan û hebûna kêmendaman jî di malbatê de li berçav tê girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin