PeyamaKurd - Şîrketa THY (TurkishAirlines) ya seferên hewayî, seferên xwe yên îro yên ji bo her derê Îranê betal kir. Sedema betalkirina seferan jî, ji ber serokê Hamasê İsmail Haniye li Tehranê hatibû kuştin û Îran jî xwe ji bo şerê Îsraîlê amade dike, hatin betalkirin.
Li gor ragihandina çapemeniyê, wê seferên THY yên ji bo cihên cuda yên Îranê wê sibê dewam bikin.
Televizyona dewleta Îranê ragihandibû û gotibû:
“Wê dinya di seetên pêşiya me de bibe şahidê pêşdeçûnên gelek girîng.”
Ev gotina Îranê tê vateya ku wê Îran bi Îsraîlê şer bike an êrîşê Îsraîlê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin