Ji ENKSê daxuyanî: Binpêkirinan û guhertina demografîk rawestînin!..

Ji ENKSê daxuyanî: Binpêkirinan û guhertina demografîk rawestînin!..

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binpêkirinên mafên mirovan li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî û Til Temirê şermezar kir û xwest guhertina demografî were rawestandin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand, piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bi sed hezaran kes koçber bûne û binpêkirin li ser tevahiya pêkhateyên deverê bi destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê têne kir.

ENKSê binpêkirinên berdewam dikin şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, bi berpirsiyartiya xwe rabe û sînorekî ji guhertina demografî re li wan deveran deyne.

Di daxuyaniyê de ENKSê daxwaz ji hemû rêxistinên mirovî yên navdewletî kir, alîkariyan pêşkêşî derbider û koçberan bikin û di vê derbarê de rola Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bilind nirxand.

ENKSê tekezî li ser yekrêziya helwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz ji PYDê jî kir, di vê derbarê de gavên cidî li ser erdê bavêje û biryarên tekalî li ser çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê nede û li rêkeftina Duhokê ya di navbera her du aliyan de vegere.

Herwiha ENKSê daxuyaniya civîna Astana ya vê dawiyê û piştguhkirina doza gelê Kurd li Sûriyê şermezar kir û da xuyakirin, “Doza Kurdî li Sûriyê yek ji girîngtirîn pirsên Sûriyê yên niştimanî ye û divê bi riyên siyasî û dadperwerane di çarçoveya çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê û li gor biryarên navdewletî yên pêwendîdar de were çareserkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin