Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kustin, du kolber jî birîndar bûn

Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kustin, du kolber jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa pasdarên Îranê de kolberek hat kuştin û du kolberên din jî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye, doh êvarê li devera sînorî ya Çoman li nêzîkî bajarokê Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Hatiya zanîn ku di wê êrîşê de du kolber birîndar bûn ku yek ji wan jiyana xwe ji dest da.

Kolberê ku hatiye kuştin, Adil Elîpûr (19 salî) ye û xelkê gundê Sersul yê Bane ye.

Heman rojê li zozana Hengejal ya Bane jî komek kolber rastî êrîşa pasdarên Îranê hatine û di wê êrîşê de jî kolberekî kurd bi navê Ferîdûn Mihemedî (33 salî) yê xelkê gundê Gozilê yê Bane birîndar bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin