PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan ya bi navê Hengaw ragihand ku li bajarê Urmiye, li ser sînorê nevçeya Çildêran ya bi ser Wanê ve, hêzên asayîşa Îranê bi sîlihan li kolberên Kurd xistine û di encamê de kolberekî hatiye kuştin.
Li gor rêxistina bi avê Hengawê; li gundê ser sînor li gundê Şêx Esker hêzên asayîşa Îranê bi sîlihan li grûbekî kolberan xistine û di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest daye. Koberê ku hatiye kuştin navê wî Ferhad Keçelanlû ye û 26 saliye.
Li gor rêjeya Hengawê; di meha gulanê de hêzên Îranê 7 kolberan kuştine û 27 kolberan birîndar kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin