PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarokê Dûbiz nehiya Sergeran ya parêzgeha Kerkûkê ciwanekî kurd ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin.
Berpirsê PDKê li bajarokê Dûbiz Cewad Mihemed daye xuyakirin ku komeke kesên çekdar ku rûyê xwe veşartibûn, li gundê Şehlî yê nehiya Sergeran ya Dûbizê, xortekî kurd bi navê Şêrzad Mewlûd revandin.
Cewad Mihemed da zanîn ku heta niha nayê zanîn kesên çekdar endamên DAIŞê bûne yan jî Heşda Şeibî û nayê zanîn çi anîne serê wî ciwanê kurd.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin