PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Sûrê êrîş kirin ser noqteyeka polîsan, rawestgeheka otobusan û marketekî. Êrîş bi teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin hatin kirin.
Bûyer do bi şev li navçeya Sûrê di nîvê şeve de, li ser caddeya Melîk Ahmedê çêbû. Nasnameya kesên êrîşker diyar nîne lê di encama êrîşande birîndarî an jî mirin çênebûye. Temê xesara maddî çêbûye.
Polîs bo êrîkeran bigre dest bi operasyonan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin