PeyamaKurd – Serokê rêxistina Diyarbekirê yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Cîhan Kayaalp ku piştî doh rêveberiya wî hatibû hilweşandin, îro hatibû binçavkirin û bi tohmeta êrîşa zayendî dijî zarokeke 16 salî hat girtin.
Piştî ku îro Kayaalp hatibû binçavkirin, hin çavkaniyan ji medyayê re ragihandibû ku ew bi sedema gendelîyê û fesadiya îhaleyan hatiye binçavkirin û dozgerî îfadeya wî distîne.
Îro 17ê Hezîranê danê êvarê jî hat eşkerekirin ku Cîhan Kayaalp bi tohmeta êrîşa zayendî ya li dijî keçeke 16 salî hatiye girtin.
MHPê doh 16ê Hezîranê rêxistina xwe ya li Diyarbekirê daxistibû û rêveberiya wê jî hilweşandibû, lê ti hurgilî nehatibûn belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin